07 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2019
Hat ragihandin ku hêzên Iraqê li ser sînorê Sûriyeyê dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon da despêkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê, "Îro serê sibê merhaleya ewil a operasyona bi navê 'Îradeya Nesirê' dest pê kir. Bi vê operasyonê va herêmên navbera Selahaddîn, Mûsil û Enbarê û qadên berfireh ên ser sînorê Iraq û Sûriyeyê wê (ji DEAŞê) werin paqijkirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên artêşê, Heşda Şebî, Heşda Eşîran (ên Sunnî), Hêzên Esmanî yên Iraqê û hêzên koalîsyona navneteweyî tev operasyon da destpêkirin û hat ragihandin ku operasyon wê çend rojan dewam bike.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî daxuyaniya nivîskî da û got ku di operasyonê da "serkeftineke teqez" wê were qezenckirin.