Muhammet Kurşun
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
WASHINGTON
Koalîsyona li dijî DEAŞê ya bi pêşengiya Emrîkayê, ragihand ku teyareya cengê ya aîdî rejima Sûriyê bi curê SU-22, ji ber ku li HSDyê xist, li başûrê navçeya Tebqayê ji aliyê teyareyên Emrîkayê yên bi curê Emrîka F/A Super Hornet ve di seet 18.43an de hatiye xistin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Operasyona Biryardariya Siriştî ya Hêza Wezîfeya Yekbûyî, komên alîgirê rejima Esed bi seeta herêmî 16.30an de, li başûrê navçeya Tebqayê êrişî gundê Cedînê kirin ku di destê HSDyê de bû û gelek endamên HSDyê birîndar kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku koalîsyonê êrişa pêşî ya mewzûbehs bi firîna nizim sekinandiye. Di daxuyaniyê de wiha agahî hat dayîn:
"Piştî êrişa hêzên alîgirê rejimê, koalîsyon ji bo daxistina tansiyonê û sekinandina bomberdûmanê di ser qenala ji bo cudabûnê hatibû avakirin re bi mesûlê Rûsyayê re ket têkiliyê.
Seet di 18.43an de teyareya rejima Sûriyê ya bi curê SU-22 bombe danî nêzîkî hêzên HSDyê ku li başûrê Tebqayê bûn. Ev teyare li gor qaîdeyên angajmanê û ji bo ewlehiya kollektîf a şirîkên koalîsyonê ji aliyê teyareyên cengê yên Emrîkayê bi curê Emrîka F/A 18E Super Hornetê ve demildest hat xistin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gundê Cedînê 2 kîlometre li bakurê herêma cudabûnê ya rojhilat-rojava ku di navbera rejima Sûriyê û HSDyê de hatibû danîn dikeve. Herwiha hat destnîşankirin ku koalîsyonê nexwestiye bi hêzên alîgirê rejimê û Rûsyayê re şer bike lê koalîsyon di parastina şirîkên xwe de dudiliyê nake.
Wek din rexne li rejima Sûriyê hat girtin û wiha domiya:
"Niyetên dijminane yên hêzên alîgirê rejimê li Sûriyê li dijî hêzên ku şerê DEAŞê dikin û li dijî hêzên bi piştgiriya koalîsyonê tu carî nayên tolerekirin."