Muhammet Kurşun
13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
BEXDA (AA) - Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî der barê tarîxa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de got: "Ev ne gaveke rast û serkeftî ye. Kirina referandûmê pirsgirêkan çareser nake dê zêdetir aloz bike."
Ebadî li avahiya hikûmetê ya Bexdayê civîna heftane ya çapemeniyê li dar xist.
Ebadî l vir behsa şerê DEAŞê kir û wiha axivî: "Mijara DEAŞê li Iraqê li ber girtinê ye."
Der barê jehrîbûna penaberan li Kamya Hesen Şam jî diyar kir ku 800 kes pê ketine û 2 zarok û jinek mirine. Herwiha destnîşan kir ku wan û Herêma Kurdistanê cuda cuda lêkolîn dane destpêkirin û got: "Xwarin bi fînansmana şirketeke Qetarê ji aliyê şirketeke şirîka wê hatiye dayîn. Emê encaman ji nêz ve bişopînin."
Li ser krîza Qeter û welatên Kendavê jî anî ziman ku, "Helwesteke Iraqê heye, ew jî bi hevkariya welatên herêmê vemirandina agir e. Bi polîtîkayên din jixwe DEAŞ kete Iraqê. Em wek prensîb li dijî ambargoyê ne. Ambargo îqtidaran na xelkê mexdûr dikin."
Ji bo ziyareta Siûdiyê jî wiha agahî da:
"Min sal û nîvek berê dawet stendibû. Rojên pêşiya me dê ziyareta me çêbe. Me ev tenê bi welatên cîran re sînordar kir. Em dixwazin ne pirsgirêkan hevkarî û hemahengiyê bikin."
Herwiha ji bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî wiha nirxandin kir:
"Hedef û hêviyên diyar ên her xelkî hene. Em rêzê ji vê re nîşan didin. Heqê birayên me yên kurd heye ku bifikirin hêviyeke wan a wisa heye. Lê em li ser axa heman nîştimanî dijîn. Hevpariyên me gelek in. DEAŞ hê li Hewîce û Telaferê heye. Referandûm di vê pêvajoyê de ne rast e û ne gaveke serkeftî ye. Kurd welatiyên dereceya yekemîn ên Iraqê ne. Hin pirsgirêkên me hene lê divê ev çareser bibin. Ne rast e ku bifikirin rêya çareseriyê di referandûmê re derbas dibe. Dinya ber bi hevkariyê ve diçe ne girtinê. Bi vê mijara referandûmê ve dê pirsgirêkên ciddî digel welatên cîran û herêmê re jî çêbibin. Welatên cîran wek tehdîdeke li dijî ewlehiya xwe ya neteweyî dibînin. Kirina referandûmê pirsgirêkan çareser nake dê zêdetir aloz bike."
Ebadî di dawiyê de gazî partiyên siyasî yên kurd kir ku ji bo nexşerêyê û pirsgirêkên çaresernebûyî bi Bexdayê re di diyalogê de bin.