Türkan Tosun
27 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Iraqê weşana du televîzyonên Erebistana Siûdî Alarabiya û Al Hadath ên li welêt weşanê dikin da sekinandin.
Li ser malpera înternetê ya televizyona Alarabiyayê hat daxuyandin hikûmeta Iraqê ji ber sedema bêruhsatiyê xebatên wan dane sekinandin.
Li gor daxuyaniyê polêsên Iraqê li ser Alarabiya û Al Hadathê da girtin û ji nûçegihanan ra gotin ji ber ku ruhsat tune ew nikarin rojnamevaniyê bikin.
Der barê sedema rawestandina weşanên televizyonan da hat gotin xwepêşandanên li bajarên Iraqê her tim tên şopandin û ew di televizyonê da tên weşandin.
Ji meqamên Iraqê der barê mijarê da tu daxuyanî nehat dayîn.