Ahmet Furkan Mercan
07 Îlon 2023•Rojanekirin: 07 Îlon 2023
Roketa H2A bi saeta herêmî di 08.42yan da ji Navenda Fezayê ya Tanegaşimayê ya li Kagoşimayê hat şandin.
Di roketê da "SLIM"a ku teknolojiyên hesas yên li ser rûyê Hîvê danîne diceribîne û peyka astronomîk ya rayan XRISM X heye.
SLIMA ku Mitsubishi Electricê çêkiriye 2,4 mêtro bilind e û 700 kilogram giran e, berahiya wê jî 2,7 mêtro ye.
Armanc ew e ku ev wesayît di nav 3-4 mehan da bikeve rêgeha Hîvê û di nav 4-6 mehan da jî bigihêje rûyê Hîvê.
Daneyên der barê Hîvê da yên ku Japonyayê bi dest bixe wê di projeya "Artemîs"ê ya ku bi hevkariya Amerîkayê tê meşandin da bê bikaranîn.