04 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
HELEB
Hat ragihandin ku jetên ûris êrîşa esmanî birin ser Anadana navçeya Helebê ku di destê mixalifan da ye. Di êrîşê da 3 zarok mirin, 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl stend, jetên ûris li Anadana navçeya Helebê êrîşî cî û waran kir û di êrîşê da 3 zarok mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku ekîbên parastina sivîl ji enqazên malan mirî û birîndar derxistin û birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li navçeyê.
Tê gotin ku jetên ûris 3 roj in li bakurê Helebê 800 êrîşên esmanî kirin û piraniya êrîşan li ser cihên ku sivîl lê dijîn in.
Wezareta Parastina Rûsyayê di 30ê îlonê da ragihandibû ku li ser axa Sûriyê li dijî hedefên DAEŞa rêxistina terorê operasyonên esmanî dan destpêkirin, lê jetên ûris piranî li Humus, Hama, Îdlib û Helebê baregeh û kampên perwerdeyê yên mixalefeta netundraw û cî û warên sivîlan bombebaran dike.