04 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
ANKARA/HELEB
Hêzên Beşşar Esed ku bi piştevaniya bombebarana giran ya Rûsyayê bi bejahiyê ve ber bi Helebê diçe hewl dide bi temamî navendê bixe jêr eblûqeyê. Armanca Rûsya û Esed kontrolkirina rêya Kastîllo-Anadanê ye ku mixalif hatûçûna xwe ya Idlibê tê ra dikin.
Rûsyaya ku ji destpêka Muzakereyên Sûriyeyê yên li Cenevreyê ve êrîşên xwe yên Heleb, Lazqiyê û Çiyayê Tirkmenê zêde kiriye, bû alîkar ku hêzên Esed di bejahiyê da têkevin pêşrewiyê.
Duh hêzên rejimê yên li navenda Helebê, korîdora ku mixalif tê ra digihêjin sînorê Tirkiyeyê çirandibû û xwe gihandibûn bajarokên Nubul û Zehrayê û korîdora Tirkiye-Helebê hatibû birîn.
Piştî ku rejim gihişt Nubul û Zehrayê ku dikevin başûrê rojhilatê Efrîna di destê PYDya dûvikê PKKyê, navenda bajarê Helebê ji bakur ve kete jêr eblûqeyê. Mixalifên navenda Helebê ji rêya Kastîllo-Anadanê ve xwe digihînin navenda wîlayeta Idlibê. Ji vê û pê da armanca Rûsya û Esed kontrolkirina rêya Kastîllo-Anadanê ye ku bi tevahî navenda Helebê bixin jêr eblûqeyê.
Li gorî agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên herêmê sitendine, mixalifan di dema eblûqeyê da tanqek û gelek wesayitên leşkerî yên hêzên Esed îmha kirine û Rûsya jî li wê herêmê, zêdetirê 250 erîşê esmanî li darxistiye.
- Eşkerekirina zayîatên giran yên Rûsyayê qedexe ye
Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê duh bi daxuyaniyekê îdia kiribû, li Sûriyeyê efserekî ûrûs ku bi "şêwirmendiya bikaranîna çekan" wezîfedar bû, di dema êrîşeke DAEŞa rêxistina terorê da, li dijî cihê leşkerî ya rejimê, hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê da ji ber ku nav û payeya wî leşkerî nehate eşkerekirin û tenê gotin wê nîşana dewletê bê dayîn, dibe ku ew efser payebilind be.
Çavkaniyên mixalif yên Sûriyeyê jî îdia kiribûn, li herêma Çiyayê Tirkmenê ku dikeve ser sînorê Tirkiyeyê, duh di dema civîneke generalên rejimê û ûrusan da, êrîşek li dijî wan tê li darxistin û 8 ji wan general 15 leşker tên kuştin. Çavkanî diyar jî dikin ku 4 ji wan generalan ûrus û 4 jî sûriyeyî ne.
Ji aliyekî din va, hefteya borî eşkere bibû ku ji 30ê meha îlona 2015an ve, ji dema destpêkirina êrîşên esmanî yên Rûsya ve, 109 leşkerê ûrus hatine kuştin. Li gorî qanûnên Rûsyayê, qedexe ye ku saziyên ragihandin û çapmeniyê der barê kuştina leşkeran çi dema aştî û çi jî cengê da, nûçeyan çêkin. Rûsya mirina leşkeran weke "Nehêniyên Dewletê" wesif dike.