Önder Beyter
16 Sibat 2020•Rojanekirin: 17 Sibat 2020
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf diyar kir ku di mijara Îranê da şêwirmendên baş ên Serokê Amerîkayê Donald Trump tunene.
Zerîf di panela bi sernavê "Di Avên Bipirsgirêk da Avakirina Piran: Kêmkirina Rageşiya li Kendavê" ya li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ya 56emîn ku li Almanyayê dewam dike da axivî û wiha got, "Di mijara Îranê da şêwirmendên baş ên Serokê Amerîkayê Donald Trump tunene."
Zerîf diyar kir ku Trump bi xêra şêwirmendên xwe qanî bûye ku rejima Îranê dê birûxe û lewma jî naxwaze bi rejimeke ku dê birûxe ra biaxive û wiha got, "Lewma jî Îran û Amerîka di mijara vegera li mizakereyan da bi ser neketin."
Zerîf diyar kir ku ew dixwaze rola Îranê ya li herêmê were qebûlkirin û wiha dewam kir, "Ew (Amerîka) 41 sal e dixwazin rejimê biguherînin. Lêbelê 41 sal e bi ser neketin. Amerîka divê qebûl bike ku Îran li vê herêmê rastiyek e."
Zerîf herwiha bal kişand ku ew li kêleka dinyaya Erebî ne û ew naxwazin bi tu cîranekî ra bikevin nava aloziyê û wiha îdia kir, "Li herêmê hin welat pereyê ku ji petrolê qazanc dikin, şûna ku bidin gelê xwe didin terorîstan."