Haydar Şahin
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
TAHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî mihefezekarên ku li ser rêveberiya welêt tesîra wan a girîng heye rexne kir û got ku di îstixdamê da cudakariya cinsî û mezhebî dikin.
Ruhanî di mitînga ku Platforma Jinên Alîgirên Ruhanî li Salona Sporê ya Şehîd Şîrudî ya li Tehrana paytextê Îranê hat lidarxistin da axivî û got, "Hûn qala îstixdamê dikin. Hûn îstixdamkirina jinan qebûl dikin an na? We bi hezaran jin ji kar derxistin. Gelo hûn îstixdamkirina Ehlê Sunetê (suniyan) qebûl dikin?"
Ruhanî diyar kir ku nikarin gel bi sozên berhewa bixapînin û got, "Em cudakariya cinsiyetê qebûl nakin. Cudakariya cinsiyetê zilm e. Gel naxwaze carekê dîsa paşda vegere demên berê."
Ruhanî rexneyên li ser mihefezekarên ku azadiyên li welêt sînor dikin domand û wiha pê da çû:
"Em azadiyê dixwazin. Em azadiya civakî, fikir û axaftinê dixwazin. Em azadiya gera serbest, azadiya xebatê dixwazin. Ewlehiyê dixwazin. Lêbelê em zexta ewlehiyê naxwazin. Em ji bo hemû saziyan qanûnan dixwazin. Em naxwazin saziyên ji bacê tên îstisnakirin hebin. Gel bacê bide lê hûn nedin gelo ev tiştekî baş e? Em piyaseya xebatê ya bi reqabet dixwazin."
Di dema axaftina Ruhanî da ji bo Mihemed Xatemiyê serokomarê berê û Mîr Huseyn Mûsewiyê lîderê Tevgera Kesk ê ku di hepsa malê da ye slogan hatin gotin.
Li gor reqemen nefermî li Îranê kêm zêde 15 milyon welatiyên sunî dijîn. Tê gotin ku 6 milyon û 500 hezar sunî xwedî wan şertan e ku dikarin di hilbijartina serokomariyê da rayên xwe biavêjin.