01 Îlon 2016•Rojanekirin: 02 Îlon 2016
HEWLÊR
Çavdêrên siyasî yên ku bi nêzîkahiya xwe ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Mesûd Barzanî serokatiya wê dike tên zanîn diyar kirin ku hemû çalakiyên PKKya rêxistina terorê dijî kurdan e û armanca wan ew e ku şîdeta li Tirkiyeyê zêde bikin û zirarê bidin Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).
Ji çavdêrên siyasî yên li HKIyê Sûphî Mihemed, ziyad Munîr û Kerîm Bapîr di daxuyaniyên xwe yên ku di malpera fermî ya PDKyê de cî digire de PKKya rêxistina terorê rexne kirin.
- "Hêviya kurdan Tirkiye ye"
Mihemed parast çalakiyên şîdetê yên ku PKK li Diyarbekir, Hekarî û herêmên din dike dijî kurdan û HKIyê ye û ev nirxandin kirin:
"Êrîşên PKKyê mirov dixin nav şikê. Ji ber ku herêmên ku êrîş dike kurd dijîn. Gel ji ber êrîşên PKKê malên xwe diterikîne û bajêran vala dike. Ji ber pevçûnên ku derdikevin bi dehan kurd hatin kuştin. Kesên ku herî zêde di van pevçûnan de zirarê dibînin gelê kurd e. Ji bilî şewitandina malên kurdan û kuştina zarokên wan tu encamên çalakiyên PKKê tune."
Mihemed destnîşan kir ku ew kesên wisa bawer dikin ku dê Tirkiye bi pevçûn û çalakiyên şîdetê qels bibe dixapin û got ku "PKKê li Tirkiyeyê herêmên ku kurd lê dijîn wêran kir. Gelekî dijwar e ku ev herêm û bajarên ku pêşketineke erênî nîşan dabûn car din baş bibin û bigihêjin aramiyê."
Mihemed destnîşan kir ku hêviya hemû kurdan Tirkiye ye û şîroveya "Kurd dixwazin ku hêviyên xwe ji ser Tirkiyeyê pêk bînin. PKK jî hewl dide ku vê yekê sabote bike û asteng bike. Rêxistin hewl dide ku şeht li serxwebûna herêma Kurdistanê bide. Ji ber vê yekê xwe nade ku ku hêzên xwe yên li Şingalê paş vekêşe. Armanca PKKê ew e ku aloziya li herêmê zêde bike û li Şingalê kantonek ava bike. Heke PKK di demek kurt de ji herêmê neyê derxistin ez wisa difikirim ku dê pirsgirêk mezintir bibin."
- Kurd divê dijî PKKyê dengê xwe bilind bikin"
Ji çavdêrên siyasî Munîr jî bal kişand ku divê kurdên li Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê êdî zanedar bûn û ji vê boçûna PKKê re bibêjin bes e û wiha axivî: "Kurd divê êdî dijî PKKê bêdeng nemînin. Êdî divê destûr nedin ku PKK zirarê bidin kurdan. Divê partiyên siyasî yên kurdan bên bal hev û asteng bikin ku birêvebirên PKKê li gor kêfa xwe û li gor berjewendiyên hin dewletên herêmî Kurdistanê bikin xirabe."
Munîr bi bîr xist ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî naxwaze ku di nav kurdan de şerek derkeve û got ku "PKK ji bilî dijminên kurdan guh nade tu kesî. Kurdên li Tirkiyeyê divê dijî siyaseta qirêj a PKKyê dengê xwe bilind bikin. Kurd divê destûr nedin ku PKK ji bo armancên xwe bi xwe Tirkiyeyê tevîhev bikin."
Çavdêrê siyasî Kerîm Bapîrî jî destnîşan kir ku wisa nedifikiriyan ku dê PKK ji bo HKIyê ev qas pirsgirêk derxîne û wiha axivî: "Em qebûl nakin ku PKK ji bo aramî, asayîş û çavkaniya aboriyê ya herêma Kurdistanê astengiyan derxîne. Fatûreya hemû karên pîs ên ku PKKê kir ji gelê Kurdistanê re tê derxistin."