İbrahim Atmaca
01 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
TAHRAN
Alîkara Serokomarê Îranê Masûme Îbtîkarê diyar kir, ew li dijî wê ne ku şalpe bi zext û şidetê were parastin.
Îbtîkara Alîkara Serokomar Hesen Rûhanî ya Berpirsyara Jin û Karên Malbatê ye. Îbtîkarê ji bo Roja Jinan a li Îranê li Tehranê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da rojnamegerên xwemalî û biyanî.
Îbtîkarê bi bîr xist ku şalpe li Îranê mecbûriyeteke qanûnî ye û îdia kir ku ji bo pêşîlêgirtina îstismara civakî piştî şoreşê li ser daxwaza gel vê sepanê dest pê kir.
Îbtîkarê li ser bûyerên girtinê yên ji ber şalpeyê dertên wiha got, "Li gor min divê bi nifşa nû ra ev mijar zêdetir were axaftin û guh bidin daxwazên ciwanan."
Îbtîkarê diyar kir ew li dij e ku li Îranê şalpe bi zext û şidetê were parastin, ji bo ku jin bêyî mêrên xwe bi tena serê xwe derkevin dervayî welêt jî ew bi merciyên dînî û aliman ra hevdîtinan didomînin.
Îbtîkarê diyar kir ku ev mijar di nav mijarên sereke yên hikûmetê da ne.