Mustafa Melih Ahıshalı
16 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2022
ÎSTANBUL (AA) - Li Tehrana paytextê Îranê di Girtîgeha Evînê da bûyer derketin û herî kêm 8 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya IRNAya ajansa fermî ya Îranê, di Girtîgeha Evînê beşa sûcdarên sûcên ji rêzê da girtî û gardiyan pev çûn û 8 kes birîndar bûn.
Li girtîgeha ku bi girtiyên siyasî va navdar e, agir berdane depoya cil û bergan. Li ser medyaya civakî dîmen hatin parvekirin û di dîmenan da agir bi çaviyeke girtîgehê ketiye û dengê çek û teqînan tê.
Piştî şewatê şêniyên herêmê li ser medyaya civakî bangewazî kirin ku seba girtiyan bicivin. Li ser vê bangewaziyê gelek kes civiyan û bi wesayîtên xwe va ber bi girtîgehê çûn.
Wesayîtan li ser Kolana Yadîgara Îmam dan dû hev û li qurneyê xistin.
Hin xwepêşandêran seba protestokirinê agir berdan bîlboardên ku tê da reklama hikûmetê hatiye kirin.