Önder Beyter
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva Heather Nauertê diyar kir ku raporên der heqê yeka ku rejima Beşar Esed li Sûriyeyê bi hezaran sûcdarên siyasî di bin çavan da kuştine, tirsa civaka navneteweyî ya der heqê rejimê da piştrast dike.
Berdevka Wezaretê Naurtê der heqê êrîşên rejima Sûriyeyê yên dijî sivîlan da daxuyaniyeke nivîskî da.
Heather Nauertê di daxuyaniya xwe da wiha got, "Di gotarên vê nêzîkê da hat ragihandin ku rejima Sûriyeyê bi hezaran sûcdarên siyasî di bin çavan da kuştine ku ev yek jî tirsa civaka navneteweyî piştrast dike. Mirov tu wextî vê yekê ji bîr nake; bi dehan hezar sivîlên Sûriyeyî ku bêyî rêbazên tundiyê biemilînin, doza maf û azadiyê kirin, bi destê rejimê bi awayekî sîstematîk hatin girtin û rastî êşkenceyê hatin."
Ji xeynî vê, Nauertê bal kişand ku rêveberiya Amerîkayê wê yekê şermezar dike ku rejima Esed sivîlan dixe hedefa xwe.
Berdevka Wezareta Karên Derva got ku Amerîka dê xebatên xwe yên digel civaka navneteweyî bidomîne û dê ji berpirsan hesab bide pirsîn.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihandibû ku ji sala 2011an vir va 13 hezar û 66 kes bi destê hêzên rejima Esed rastî êşkenceyê hatin û di encamê da mirin.