25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
ÎDLIB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê heyeta Îranê ya ku li ser navê rejîmê gotûbêjan dimeşîne, bi muxalifan re li hev kir ku li 3 herêman ji bo 6 mehan agirbest were îlankirin.
Ji Tevgera Ahraru'ş-Şam a muxalif berpirsekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku di navbera muxalif û heyeta Îranê ya ku li ser navê rejîmê gotûbêjan dimeşîne de lihevkirinek pêk hat û li gorî vê lihevkirinê dê li navçeya Zebedanî ya Şamê, li Kafarya û Fûaya navçeyên Îdlibê ji bo 6 mehan agirbestê were îlankirin.
Berpirs destnîşan kir ku li gorî peymanê, ji navçeyên Kafarya û Fûayê yên ku piraniya wan Şîa ne digel jin û zarokan dê biqasî 10 hezar kesî derbasî herêmeke di kontrola rejîmê de be û beramberê vê jî muxalifên çekdar ên li Zebedaniya navçeya Şamê dê tenê çekên xwe yên sivik hildin û derbasî devereke Îdlibê ya ku di kontrola muxalifan de ye, bibin.
"Rejîmê hezar mêr û 500 jinên girtî dê serbest berde"
Berpirs bal kişand ku di heyama agirbestê de firokeyên şer ên rejîmê dê êrîşê bajarokên mîna Fûa, Kafarya, Bînnîş, Taftanaz, Maret Nasrîn, Ram Hamadan û Zaranê nekin. Berpirs got ku herwisa rejîmê hezar mêr û 500 jinên girtî serbest berde.
Hat ragihandin ku madeyên ewil ên peymanê dê îro ji serê sibehê û pê de werin cîbicîkirin.