Li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê ji ber baranê penaberên di kampan da zehmetiyê dikşînin. Li Bahirkayê gelek kon di bin av û heriyê da man.
Li Kampa Bahirkayê ya ku 10 kîlomêtro dûrî Hewlêrê ye ereb, tirkmen, êzdî û şahbekên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê ji Mûsil û Telaferê revîn dimînin. Kampa ku ji bo şert û mercên havînê hatiye amadekirin di zivitanê da di bin av û heriyê da dimîne.
Ebas Hiseyînê tirkmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê wiha got: "Ji ber tunebûna konan em 20 kes di konekê da dimînin. Hûn halê me dibînin. Her der di nav av û heriyê da maye. Zarokên me nexweş dikevin. Divê şert û mercên kampê werin başkirin."
Mihemed Îbrahîmê ji kurdên Mûsilê ye jî wiha got: "Şert û mercên vir zor in. Ceyran tuneye, em nikarin xwe germ bikin. Kon li ber baran û bayê berxwe nadin. Em şîvar û şerpeze ne."
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji kampê wergit malbat ji ber baranê ji konên xwe dernakevin, betaniyên xwe li xwe dipêçin û xwe li ber sobeyên xazê germ dikin. Di kampê da kêmasiya ceyranê heye. Daxwaz û hêviya penaberan ew e ku DÎŞI ji holê rabe û vegerin malên xwe.