Hat ragihandin ku hejmara penaberên Kobanêyê yên ku ji ber şer xwe spartin Iraqê gihîşte 20 hezaran.
Berpirsyarê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistana Iraqê Dîndar Zebarî der barê penaberên ji Kobanêyê de daxuyanî da û wiha got: "Ji meha îlonê vir ve me deriyê xwe ji gelê Kobanêyê re vekir. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî qasî 20 hezaran gelê Kobanêyê hatin Herêma Kurdistanê."
Zebarî daxuyand ku li herêma Kurdistanê 230 hezar penaberên sûrî hene û ev mirov li Hewlêrê di kampên Kevirgosik, Kuştepe û Basirmayê hatin bi cîhkirin.
Zebarî daxuyand ku bi demsala zivistanê ve rewşa penaberan zehmettir bûye û wiha axivî: "Ji bo ku rewşa penaberan baştir bibe em bi saziyên alîkariyê yên navneteweyî re xebatan dikin. Em hewl didin ku hemû hewcedariyên wan bidin. Lê hejmara penaberan zêde ye, barê me jî giran e. Ji ber vê em bang dikin ku bila alîkariyên navneteweyî zêdetir bên kirin."
Malbatên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê xwe spartin Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê derbasî Iraqê dibin.