Haydar Şahin
09 Tebax 2018•Rojanekirin: 10 Tebax 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Jan Kubîsê Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo bilezkirina pêvajoya avakirina hikûmeta neteweyî ya "berfireh" û "nemezhebgir" bangî serokên siyasî kir.
Kubîs der barê geşedanên piştî hilbijartina giştî ya 12ê gulanê ya li Iraqê da agahî da Konseya Ewlekariyê ya NYyê û got li ser îdiayên şaîbeyê ray carekê dîsa hatin jimartin û ji ber vê jî avakirina hikûmetê bi derengî ket.
Kubîs bal kişand ku welatiyên Iraqê ji bo çareserkirina şert û mercên wekî bêkarî, birîna ceyanê û gendeliyê meha borî li gelek ciyên welêt çalakiyên protesto li dar xistin, hikûmeta halêhazir ji bo çareserkirina daxwazên meşrû yên gel hewl dide lêbelê gavên hikûmetê têra helkirina hewcedarî û fikarên gel nakin.
Kubîs wiha xivî: "Dibê serokên siyasî guh bidin dengê gel, vê wekî firsend bibînin û pêvajoya avakirina hikûmeteke berfireh a nemezhebgir bi lez bikin."
Kubîs got li Iraqê avakirina hikûmetê ew ê reformên siyasî, aborî û civakî lezgîn bike, rêveberiyeke rind ew ê li dijî gendeliyê têkoşînê bide, îstixdamê zêde bike û pêşketina aboriyê pêk bîne.