Haydar Şahin
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
ERZINCAN
Berfa ku li Erzincanê dibare di jiyana welatiyan da bû sedema tengasiyan.
Ji serê sibê pê va berf dibare û li Saqaltutan û Qizildaxa li ser rêbeja Erzincan-Sêwazê, gidukê Ehmediyeyê ya li ser rêbeja Erzincan-Gumuşxaneyê ajokar zor zehmetiyê dikişînin.
Ji bo wesayitên ji ber rewşa hewayê di rê da mane ji bo çûyîn û hatinê nebin pirsgirêk ekîbên polêsan û yên rêbejê xebatên xwe didomînin.
Ekîb wesayîtên kaşkirinê va wesayîtan kaş dikin, bi makîneyan jî rêyan paqij dikin û ji bo ku necemidin xwey dikin.
Ji ber ku berf zêde dibare û meriv pêşiya xwe bi zorê dibîne polês tir û wesayîtên mezin didin sekinandin hişyariyê didin ajokarên wan ku hetanî hewa hinekî sêhêl dibe bira li rexê rê bisekinin.
Guven Aldemirê ajokarê tirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Enqereyê bar dikişîne Qersê ji ber barîna berdê di rê da tengasiyê dikişîne.
Aldemir wiha axivî: "Xwedêkirî ekîbên rêbejayê bênavber dixebitin û rê vedikin. Ji ber ku ekîp dixebitin em di rê da namînin."