ANKARA
Serokê tevgera Nahdayê Raşîd Ganûşiyê ku niha li Tûnisê desthilatdarî di bin rêveberiya wan de ye diyar kir, neheqî û cudaxwaziya li dijî civakên misilman ên ku li Ewropayê ne tê kirin, bala xortên misilman dikşîne ser DÎŞIyê û wiha dewam kir: "Li Ewropayê neheqî li misilmanan tê kirin û li dijî wan jî cudaxwazî heye. Misilman jî li hemberî van kirinan ji bo xwe DÎŞIyê wek çareyekê dibînin û wisa bawer dikin."
Ganûşiyê ku piştî şoreşa sala 2011an a li Tûnisê qewimî desthilatdarî bi dest xist, welatên rojava ji ber tunebûna pergaleka ku gelê misilman nikarin xwe perçeyekî civakê bihesibînin rexne kir û wiha pê de çû: "Perwerdehiya ku li ewropayê tê dayîn û nirxên Welatên Rojava ji bo kesekî misilman ku xwe wek Mihemed û Xedîce bide nasandin têrê nake. Ev kesên hanê ji aliyê civakê ve nayên qebûlkirin. Li ewropayê li misilmanan neheqî tê kirin û cudaxwaziyek li hember wan heye. Misilman jî ji ber van kirin û tevgeran DÎŞIyê wek çareyeke li dijî neheqî û cudahiyê dibînin."
Di axaftina xwe de Ganûşî destnîşan kir ku misilmanên ji ewropayê diçin Iraq û Sûriyeyê tevlî DÎŞIyê dibin, polîtîkayên DÎŞIyê li hemberî polîtîkayên ewropayê yên cudaxwaz wek alternatîf dihesibînin. Ganûşî got: "Li ewropayê neheqiya ku li gelê misilman tê kirin hezkirin û eleqeya li ser DÎŞIyê zêdetir dike. Welatên Rojava bi makezagona ku çêkirin ve welat teslîmî şiiyan (Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî el-Malikî) kirin. Malikî jî li Iraqê neheqî kir û û sunî avêtin aliyekî. Ji ber van kirinên nexweş bi awayekî neyînî DÎŞIyê derxist. Yanî DÎŞI encama kirinên artêş welatên ewropa û Amerîkayê ye."
Ganûşî got ku li Iraq û Sûriyeyê bi salan e dînên ji hev cihê hebûne û heta îro jî Îslam ji bo hemûyan temînat bûye lê tevger û nêrînên ku DÎŞI temsîl dike li dijî temsîlên merhemet, edalet û exlaqê ku Îslam qal dike ye.
Endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li cihên ku zeft dikin xîlafetê îlan dikin. Koma Hay Ji Radîkalbûnê ya ku girêdayî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) agahiyên vê mehê diyar kir û li gor vê jimara kesên tevî şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn diqewimin zêde bûye.
Saziya şêwirmendiyê The Soûfan Groûp a ku navenda wê li New Yorkê ye encamên lêkolînên xwe di meha hezîranê de weşand û diyar kir ku li seranserê dinyayê 12 hezar kes tevlî DÎŞIyê bûn û ji wan 2 hezar û 500î zêdetir kes di serî de ji YE, DYA, Kanada, Awistralya, Zelandaya Nû û Rûsyayê tên.