MÛSIL
Hat ragihandin pêşmergeyan Eynzale bi dest xist.
Berpirsyarê pêşmergeyên li herêma Zumarê Fêrîk Cemal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku piştî pevçûneke dijwar pêşmergeyan Eyînzale ji destê milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) derxist.
Cemal diyar kir ku kontrola bîrên neftê yên li Eynzaleyê di destê pêşmergeyan de ne û got ku em dixwazin Zumarê jî ji destê DÎŞIyê bigirin.
Hat ragihandin ku ji bîrên neftê yên li Eynzaleyê rojane 20 hezar warîl neft tê derxistin.