18 Gulan 2017•Rojanekirin: 23 Gulan 2017
DIHOK
Qeymeqamê Zaxoya Dihokê Botan Muhsîn ragihand ku ji ber rêxistina terorî PKKyê li sînorê navçeya wan 50 gund kavil bûne û nîştecihên wan jî nikarin vegerin malên xwe. Lewra PKK bi zorê xeracê ji wan distîne."
Qeymeqamê Zaxoyê Muhsîn di daxuyaniya xwe ya li ser malpera PDKyê de diyar kir ku ew dixwazin îdî ji bo derxistina PKKyê çareseriyek were dîtin.
Botan Muhsîn der barê rewşa navçeyê de wiha agahî dan:
"Li sînorê Zaxoyê 140 gund hene. Lê gundên ku ji ber PKKyê kavil bûne û nayên avakirin 50 ne. PKK berdewam probleman ji bo xelkê çêdike. Nahêle gundî vegerin ser mal û halên xwe. Rê nade heywanên xwe bibin li çêreyên xwe biçêrînin. Dema ku herin jî xeracê ji wan distîne. Loma jî xelkê wan gundan di halê penaberiyê de ne. Li Zaxo yan jî navçeyên din cih bûne."