Mücahit Oktay
30 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2024
Koçberên bêdestûr ên ku di navbera hikûmeta DYA û rêveberiya Teksasê da bûne sedema qeyrana otorîteyê, bi şev hewl didin ku ji sînor derbas bibin ji bo ku ji aliyê Parastina Neteweyî ya Teksasê ve neyên girtin.
Hin koçberên bêdestûr ên ku ji ber Parastina Neteweyî ya Teksasê nekarîn di qada Shelby Parka bajarê Eagle Pass re derbas bibin, bi şev ji xalên li derûdora bajêr hewl dan bikevin nav axa DYAyê.
Di dîmenên ekîba AAyê yên dronê da di navbera Meksîka û Eagle Passê da, kêliyên ku koma ji 7 kesan pêk tê ji herêma tarî ya di bin pira trenê ya çemê sînor Rio Grande derbas bûn û pêrgî hêzên dewletê hatin, xuya dike.
Penaberên ku ji 4 mêr û 3 jinan pêk tên, wexta nekarîn xwe ji nobedarên neteweyî vedizin, ew di navbera têlbendên ku li dora lingê pira li aliyê DYAyê hatine çêkirin da asê man.