Haydar Şahin
13 Tebax 2020•Rojanekirin: 13 Tebax 2020
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) diyar kir ku ji ber teqîna li Beyrûda paytextê Libnanê 3 nexweşxane ji dewrê derketin.
RTDyê piştî teqîna li Bendera Beyrûdê ya hefteya çûyî bi vîdeokonferansê li ser rewşa tenduristiyê ya li Libnanê civîna çapemeniyê li dar xist.
Richard Brennanê Direktorê Rewşa Acil a Behra Sipî ya Rojhilat a RTDyê got, "Li Beyrûda paytext 3 nexweşxaneyên sereke naxebitin. 3 nexweşxaneyên din jî ji kapasîteya xwe kêmtir xizmetan didomînin. Ev jî tê wê meneyê ku li Beyrûdê 500 nivînên nexweşan hatin windakirin."
Brennan bal kişand ku li 55 kilînîk û navendên tenduristiyê yên li paytextê welêt geriyan û dîtin ku ji sedî 50yê wan nikarin xizmetê bidin. Brennan meqamên Libnanê teşwîq kir ku bira hem ji bo birîdarên teqînê hem jî nexweşên vîrusa koronayê ya tîpa nû ya ku zêde dibe van saziyên tenduristiyê di dema herî kin da bide xebitandin.
- Teqîna li Bendera Beyrûdê
Di 4ê tebaxê da li Bendera Beyrûdê di depoya bi nimareya 12an da şewat derketibû paşê jî teqîneke mezin çêbûbû û bajar hejandibû.
Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn diyar kiribû ku, di teqîna li Bendera Beyrûdê da 2 hezar û 75 ton amonyum nîtrata ku 6 sal e di depoyekê da bû, teqiya.
Li gor daneyên meqamên tenduristiyê yên Libnanê di teqînê da 171 kes mirin û 30-40 kes winda bûn. Kêmzêde 6 hezar kes birîndar bûn û rewşa ji wan 120 kesî giran e. 1500 kes hewcedarê dermankirina taybet in.