Haydar Şahin
13 Tebax 2020•Rojanekirin: 13 Tebax 2020
Li Mêrsînê di operasyona hat kirin da 4 şikbar bi îdiaya endamtiya YPG/PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr da hat diyarkirin ku der heqê 10 kesî da bi hinceta endamtiya rêxistina terorê, kirina propagandayê û piçûk nîşandana hêzên ewlekariyê biryara derdestkirinê hat dayîn.
Ekîban li navçeyên Akdeniz, Yenîşehir û Erdemliyê operasyona hemdem kirin û ji şikbaran 4 kes derdest kirin.
Di lêgerîna li navnîşanan da 2 tivingên nêçîrê yên bêrûsqet û 50 fîşengên debançeyan hatin girtin.
Hê li şikbarên din digerin.