Mohamad Majed Mustafa Haboush,Ali Semerci
05 Adar 2024•Rojanekirin: 08 Adar 2024
Îsraîl li Xeta Xezeyê nêzî 5 meha ne êrîşan li dar dixe û rê li ber digire ku alîkariya mirovî negêhêje herêmê. Ji ber vê tevgera Îsraîlê ya birçîhîştinê heta niha 16 zarok mirin ku yê herî biçûk 14 rojî bû.
Her çiqas rêxistinên herêmî û navneteweyî bang dikin ku û dibêjin bila alîkariyên mirovî bi lez bigîhêjin Xezeyê jî, Îsraîl rê nade ku av, xwarin, derman, sotemenî û ceyran bigihîje herêma dorpêçkirî.
Di demên dawîn da ji ber vê tevgera Îsraîlê ya li Xezeyê dergûşên nû hatine dinyayê û zarok ji ber birçîbûnê dimirin.
Li gorî daneyên dawî yên rayedarên tenduristiyê yên li Xezê, ragihandin, ji 4ê Adarê û vir va hejmara zarokên ku ji ber kêmxwarinê mirin gihîşt 16yan.