28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ŞANLIURFA
Kurdên Sûriyeyê yên ji ber şerê navxweyî xwe sipartine Tirkiyeyê ji ber zext û gefa PYD/PKKya rêxistina terorê nikarin cardin vegerin gund û warên xwe.
Penaberên Kurd yên ji Kobanî û Tel Ebyada li ser sînorê Sûriyeyê ji ber zext û pevçûnên rêxistinên terorê cî û warê xwe terikandin li bendê ne ku vegerin gund û warên xwe.
Penaberên bi alîkariya Tirkiyeyê heyata xwe berdewam dikin pêşiyê ji ber dagirkeriya DEAŞa rêxistina terorê ya li herêmê û paşê jî ji ber ku YPG/PKK zarokên wan çekdar dike nikarin vegerin welatê xwe.
Hemîd Şêx Temmiyê beriya şer li gundekî li başûrê Kobaniyê dima daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber şerê navxweyî û piştî ku DEAŞê gundê wan dagir kir xwe sipartine Tirkiyeyê.
Temmî diyar kir mal û axa xwe hiştine û revîne û wiha got: "Me zarokên xwe hildan û ji ber şer revîn. Niha jî YPG/PKK di gundê me da bi cî bûye û ji ber tirsa zarokên me bibin em nikarin vegerin."
Temmî destnîşan kir li welêt karê cotkariyê dikir û got ku min traktor û otomobîla xwe li paş hişt û nizanim çi bi zevî û wesaîtan hatiye û wiha dewam kir: "10 zarokên min hene, heger ez niha li Sûriyeyê bûma PYDyê zarokên min bibira û ji bona şer çekdar bikira. Em êdî şer û pevçûnê naxwazin û em ji ber şer û pevçûnê revîn. Ji ber ku ewlehî tuneye em nikarin vegerin."
Mihemed Nûr Osamê ji Tel Ebyadê diyar kir piştî ku DEAŞ ket herêmê tevî 6 zarokên xwe koç kiriye.
Osman diyar kir peyra jî PYD/PKK ket herêmê û ji ber tunebûna ewlehiyê nikarin vegerên cî û warê xwe.
Osman diyar kir dixwazin li herêmê aramî çêbe û got ku em dixwazin vegerin welatê xwe û em li herêmê PYD/PKK û DEAŞê naxwazin.
Havîn Xelîlê jî destnîşan kir rêxistina terorê zextê daye ser wan û got ji ber ku ditirsin em nikarin vegerin.