08 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
WASHINGTON
Berdevkê Berwext ê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Mark Toner got: "Aliyê rojhilatê El Babê herêmeke pir tevlihev e. Ji yekê zêdetir hêz li vê herêmê hene, heke ku mirov eşkere bibêje, nêzîkî hevdu ne. Armanca van hêzan a hevpar jî têkoşîna li dijî DEAŞê ye."
Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de der barê bûyerên Minbicê de axivî û wiha got: "Aliyê rojhilatê El Babê herêmeke pir tevlihev e. Ji yekê zêdetir hêz li vê herêmê hene, heke ku mirov eşkere bibêje, nêzîkî hevdu ne. Armanca van hêzan a hevpar jî têkoşîna li dijî DEAŞê ye. Em naxwazin li herêmê alozî çêbibe. Jixwe bi têra xwe rageşî hene. Em ji hemû aliyan re dibêjin ku bila li ser DEAŞê mijûl bibin. Armanca me ya hevpar wê bibe DEAŞ".
Toner li ser pirseke din behsa avakirina cihên nû yên ku Îsraîl li ser axên Filistînê çêdike kir û got ku bi Îsraîlê re hevdîtin dewam dikin.
Toner wiha axivî: "Çêkirina avahiyên nû dibe ku tesîrê li ser aliyan bike. Wezîr Rex Tîllerson ev mijar anîbû rojevê û gotibû ku divê Îsraîl van xebatan bide sekinandin. Em bi Qesra Spî re dixebitin ku ev mijar bê çareserkirin. Niha em ji bo gava xwe ya din biavêjin rewşa xwe ber bi çav re derbas dikin. Ez dikarim bibêjim ku Wezareta Karên Derva di vê pêvajoyê de dixebite."