15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
BEXDA
Hikûmeta Iraqê ji Rêvebiriya Herêmî ya Kurd a Iraqê re got beriya diyalogê divê ew guh bidin qanûna bingehîn.
Berdevkê Hikûmetê Saad Hadîsî di daxuyaniya xwe ya ku televizyona dewletê de hat weşandin de wiha got: "Diyaloga beriya referandumê ne wek diyaloga piştî referandumê ye. Hikûmeta herêmî ya li rêvebiriya herêmî beriya ku li ser hurgiliyên diyalogê biaxive divê ewil guh bide zagona bingehin û bingehên neteweyî."
Hadisî got referandumê hewla cudabûnê nîşan da û ji bo ku di dahatûyê de hewldayînên wiha çênebin hikûmeta herêmî garantiyê bide.
Hadisî destnîşan kir ku rêvebiriya federal a Iraqê mecbur e rejimê, canê hemû welatiyên li herêmê û ewlehiya welêt biparêze û wiha dewam kir: "Madeya 143yemîn a qanûna bingehîn rayeyê dide rêvebiriya navendî ku ew li Kerkûk û herêmên din otoriteyê hilde destê xwe."