EKİP
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
KERKÛK
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê rageşiya di navbera Pêşmerge û Heşdî Şabiyê da dewam dike û herwiha li navenda bajêr jî xelk bitirs e.
Mohleta ku hêzên ewlekariya Iraqê ji bo heya 01.00ê saeta herêmê, dabû Pêşmergeyên girêdayî Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da ku "balafirxane, baregehên leşkerî û bîrên neftê" yên li navenda Kerkûkê radest bikin, çend saet berê bidawî bû.
Fermandarê Tûgayên Bedîrê ya ku yek ji baskên Heşda Şabiyê ye, Hadî Amîrî di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê da got ku wan emir nestandiye ku êrîşî Pêşmerge bikin û herwiha hemû nûçeyên bi vî rengî, derew in.
Piştî vê daxuyaniyê rewş hinekî aram bû û ji ber ku roja yekemîn a hefteyê ye, li bajêr hemû dem û dezgehên dewletê dişixulin.
Dikan û rêyên ku ji ber ewlekariyê hatibûn girtin, niha vekirî ne.
- "Sewqiyata leşkerî" ya Heşda Şabiyê didome
Albay Behçet Omer Selîm ku yek ji fermandarên pêşmergeyên Eniya Mekteb Xalidê a li rojavayê Kerkûkê, daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ku duh bi şev tu pevçûn neqewimîn, lêbelê Heşda Şabî sewqiyateke mezin bo herêmê dike.
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Tuzxurmatuya navçeya Selahaddînê Kawe Perwez jî got ku Heşda Şabî li taxa Askerî ku tirkmen û kurd lê dijîn, li du deran bi cih bûn.
Li navçeya Tuzxurmatuyê piranî tirkmen dijî û nêzî 80 kîlomêtreyî dûrî navenda Kerkûkê ye.
- Barzanî û Mesûm civînê dikin
Ji aliyekî din va hat ragihandin ku Serokê HKIyê Mesût Barzanî, Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û endamên polîtburoya PDK û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Dokan navçeya Silêmaniyê li otelekê civiyan.
Civîn bêyî çapemeniyê tê kirin û Serşêwirmendê Barzanî Hêmin Hewramî der heqê civînê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got ku "Di civîna PDK û YNKê da çûyîn û hatina leşkerî a dawîn a Heşda Şabî û mijara referandumê" wê were rojevê.