Haydar Şahin
30 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
LOS ANGELES
Dadgehê li Calîforniaya eyaleta Amerîkayê di biryara xwe da got dibê hin saziyên qehweyê li ser pakêtên qehweya xwe hişyariya "dibe ku bibe sedema şêrpenceyê" binivîsînin.
Konseya Lêkolîn û Perwerdeya Amûrên Toksîtê di çarçoveya qanûna eyaletê ya ku dibêje "dibê sazî der barê amûrên dibin sedema şêrpenceyê da agahiyan bidin mişteriyên xwe" da li 90 şirketên ku di nav wan da Starbucksa saziya qehweyê jî heye doz vekir û dadgehê doz temam kir.
Elihu Berleyê Dadgerê Mihkemeya Bilind a Los Angelesê diyar kir ku saziyên jê gilîdar bûne delîlekî ku nîşan dide 'amûrên qanserojen ên ku di dema qelandina qehweyê da derdikevin holê zirarê nadin tenduristiya merivan' pêşniyazî dadgehê nekirin.
Berle di biryara xwe da got dibê saziyên qehweyê li ser pakêtên qehweya xwe hişyariya dibêje "dibe ku bibe sedema şêrpenceyê" binivîsînin.
Kosey dibêje ku akrilamidina di dema qelandina qehweyê da derdikeve amûreke qanserojen e.
Şirket jî dibêjin ku akrilamidin di asteke bêzirar da di nav qehweyê da heye û ji bo ku qehwe bi tehm bibe dendikan diqelînin û di encama qelandinê da akrilamidin derdikeve holê, dibê vê ji qanûnê muaf bigrin.
Hin sazî jî dibêjin mimkun nîne ku akrilamidinê ji nav qehweyê derxin û tehma qehweyê neguhere.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê di sala 2006an da qehwe tevlî lîsteya amûrên "dibe ku qanserojen bin" kiribû.