08 Gulan 2016•Rojanekirin: 09 Gulan 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê ji ber çalakiyên terorê yên ku di navbera 2004 û 2016an da qewimîn, dezgehên dewletê 31,4 milyar zirar dîtin.
Di rapora Wezareta Plansaziya Iraqê da, Wezîr Selman el-Cumeylî destnîşan kir ku zirara wezaretan (35 trilyon dînar) 30 milyar dolar, ya dezgehên ji xeynî wezaretan (1,6 trilyon dînar) 1,4 milyar dolar û ya binesaziyan jî (154,99 milyar dînar) 133 milyon dolar e.
Wezîr Cumeylî diyar kir ku di nava wezaretan da herî zêde Wezareta Parastinê zirar kir û zirara wê jî 15,35 trilyon dînar e û di warê bajaran da jî bi 107 milyar dînarî va herî zêde zirara Enbarê çêbû.
Li gorî vê, Bankeya Navendî bi 708 milyar dînar zirarê va bû ew dezgeha ji dervayê wezaretan ku herî zêde zirara wê çêbû.
Cumeylî herwisa bal kişand piştî ku di 2014an da rêxistina terorê DAEŞ derket holê, zirara madî ji sedî 61 zêde bû.