Ekip
10 Tebax 2022•Rojanekirin: 13 Tebax 2022
DEAŞa rêxistina terorê li Şengala navçeya Mûsila girêdayî Iraqê ye 8 sal berê êrîş kiribû û mala gelek kesan şewitandibû û agir û keser berî nav dilê dê û bavan dabû.
Ji wan dayikên bi keser yek jê jî Sara Revoya Şengalî ya bi eslê xwe Êzdî ye û tevlî eqrebayên xwe bi qasî sal û nîvek di destê DEAŞa rêxistina terorê da dîl maye got ku di êrîşa DEAŞê ya 8 sal berê da kurê wê hat kuştin.
Pîrika Revo destnîşan kir ku ji wê rojê vir va ew heta derman nexwe nikare di xewra here û êş û kesera kurê wê kezeba wê perçe dike.
DEAŞa rêxistina terorê di Hezîrana 2014an da ji sê parên axa Iraqê hema bêje parekî bi tevahî dagir kir û li Şengala piranî Êzdî lê dijîn bi sedan hezaran jin û zarok jî tev mirovan kuşt û yan jî dîl girt.
Di ser dagirkeriya DEAŞê da 8 sal derbas bû lê tirs û êşa ku ji rûyê wê da ketiye nav miletê hê jî dewam dike.

- Kurê wê, buka wê û neviyên wê revandin
Pîrika Revoya 70 salî ya Şengalî ku di Kampa Penaberan a Şaryayê ya li Dûhokê da tevlî neviyên xwe dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Revoyê got ku di 3ê Teabaxa 2014an da ew kurê wê, neviyên wê tevlî bûka wê hemû bûn dîlên DEAŞê û wiha domand: "Em di wê roja reş da ji malê derketin û ketin defika DEAŞê danîbû. Lê ew roj herkes ketibû tatêla canê xwe. Ew roj kurê min jî bi me ra bû. Rojên em di destê DEAŞê da bûn pir xerab bûn."
- "Me zanibû ku mêrên dibin dikûjin"
Revoyê got: "Ewilî me birin Telaferê. Keçikên xama ji me diqetandin. Kesî deng jî dernedixist lewra dikuştin. Me zanibû ku mêrên dibin jî dikujin. Piştî 3 rojan kurê min û 3 mêrên din jî ji me qetandin. Ez piştî sal û nîvekê ji wan xilas bûm. Min zanibû ku kurê min û 3 zilaman li nêzî Telaferê kuştine lewra min ji cilê wan derxist ku hatine kuştin."
- "Dema ez derman dixwim baş dibim"
Revoyê destnîşan kir ku neviyên wê jî tevlî wê xilas bûn lê bûka wê piştî 5 salan xilas bû û wiha domand: "Buka min piştî xilas bû dev ji me berda û çû Ewropayê. Ev hersê zarok jî bê dê û bê bav man. Ji ser xilasbûna min 6 sal û nîv derbas bû lê ew roj hergav li pêş çavên min in û ez dema derman dixwim ji ser xwe va diçim û dikevim xewê. Wisa nebe nikarim razêm jî."