09 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
MALATYA
Di operasyona ser DAEŞa rêxistina terorê da, heta îro li giştiyê Tirkiyeyê 463 kes hatin girtin. Ji serê salê vir va 863 kes hatin binçavkirin û ji vana jî 199 kes hatin girtin.
Li gor agahiyê ku nûçegihanê AAyê hilda, di encama xebatên yekeyên hidût, cendirme û polêsan da, 4 mehên dawî da hejmareke zêde endamên DAEŞê hatin binçavkirin, çek, muhîmat û belgeyên derbarê rêxistinê da hatin desteserkirin.
Ji serê salê vir va, di operasyonên dijî DAEŞê da 863 kes hatin qefaltin, ji vana 199 kes hatin girtin. Di operasyonên ku ji meha gulanê vir va tên kirin da 43 kes hatin binçavkirin, ji vana 9 kes hatin girtin.
Ekîbên Miduriyeta Ewlekariyê ya Enqereyê operasyonên hevdemî lidar xistin û 4 endamên DAEŞa rêxistina terorê ku ji bo 1ê gulanê xebat dikirin, qefaltin. Hat tespîtkirin ku têkiliya gumanbarên ji Sûriyeyê, bi terorîstên li herêma şer ra heye.
Li Elbeyliya navçeya Kilîsê 2 jê biyanî 4 endamên DAEŞa rêxistina terorê yên ku hewl didan ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin hatin qefaltin.
Li Îzmîta navçeya Kocaeliyê kesekî ku tê îdiakirin dixwest tevlî DAEŞa rêxistina terorê bibe hat binçavkirin.
Li Oguzeliya navçeya Gazîentabê, di 2yê gulanê da, 6 kesên ku hewl didan ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin, bi hinceta endamên DAEŞa rêxistina terorê ne hatin girtin.
Li Kumlucaya navçeya Antalyayê 3 kesên ji Sûriyeyê, bi îdiaya endamên DAEŞa rêxistina terorê ne, hatin girtin.
Li Antalyayê operasyon birin ser DAEŞa rêxistina terorê, di çarçoveya operayonê da 9 kes hatin binçavkirin û ji binçavkiriyan 4 kes hatin girtin.
2 kesên ku ji Sûriyeyê ji bo li Stenbolê çalakî li dar bixin hatin Tirkiyeyê hatin binçavkirin û ji vana yek hat girtin yê din jî bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan.
Li Enqereyê di 6ê gulanê da sûriyeyiyê ku hat îdiakirin endamên DAEŞa rêxistina terorê ne hatin girtin.
Di operasyonên li seranserê Tirkiyeyê hatin kirin da 463 endamên DAEŞê kirin girtîgehê.
- Têkoşîna dijî DAEŞê ya Tirkiyeyê
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, di çarçoveya rêzikên angajmanê da, li Sûriyeyê 2 hezar û 144 hedefên DAEŞê xistin. Li Sûriyeyê 807, li Iraqê 365 bi tevahî hezar û 172 mensûbên DAEŞê hatin kuştin.
Li ser xeta sînor a Sûriyeyê di sala 2016an da 388 endamên DAEŞê û 82 endamên PYD/PKKyê hatin qefaltin.
Di êrîşên DAEŞê yên ser Kilîsê da heta 5ê gulanê 8 jê sûriyeyî 20 sivîl mirin, 17 jê sûriyeyî 66 kes birîndar bûn.
-Têkoşîn berdewam dike
Di êrîşên yekîneyên TSKyê yên di 5ê gulanê da 20 endamên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
TSKyê di 6ê gulanê da êrîş bir ser mewziyên çek ên DAEŞê, di êrîşê da 7 terorîst mirin.
Balafirên şer ên tîpa F-15, F-16 û A-10ê ên hêzên koalîsyonê operasyona hewayî birin ser mewziyên DAEŞê yên li Sûriyeyê, di encamê da 48 endamên DAEŞê hatin kuştin.
TSKyê duh êrîş bir ser hedefên DAEŞê yên li herêma Baragîtah, Havar, Kilîs, Harcele û Delhaya herêmên girêdayî Azeza navçeya Helebê.
Duh jî TSKyê bi top û roketavêjan êrîş bir ser hedefên DAEŞa rêxistina terorê, di encamê da 55 terorîst hatin kuştin. Herwiha li 3 wesayit û 3 rampayên roketê jî xistin.