Önder Beyter
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ANKARA
Di doza der heqê Nazîre Terziya jina generalê derbeker Semîh Terziyê ku di 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da bi destê Astsûbay Omer Halîsdemîr hat kuştin, da biryar derket.
Dadgehê ji ber sûcê "alîkariya sûcê pêpeskirina destûrê" va 18 sal cezayê hebsê da Nazîre Terziyê.
Berşika girtî Nazîre Terzî û parêzer beşdarî danîşîna li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 13emîn bûn.
Terziyê li hemberî mitalaeya dozgerê komarê parastina xwe kir û îdia kir ku sûcê wê bi tenê ew e ku jina Semîh Terzî ye.
Terziyê got ku tu peywendiyeke wê bi rêxistina terorê ra tuneye, ew dixwaze ku hincet bên zelalkirin û herwiha daxwaza beraeta xwe kir.
Serokê Dadgehê Zikrullah Ozbag jî diyar kir ku berşik û parêzerê wê li hemberî mitalaeya dozger parastin kirin û ji ber hindê dadgehê biryara xwe eşkere bike.
Piştî navbereke kurt dadgehê biryara xwe eşkere kir û pêşiyê ji ber sûcê "pêpeskirina destûrê" cezayê hebsa giran a muebetê da Terziyê. Ji ber ku çarçoveya vî sûcî jî "bi tenê alîkarî ye", dadgehê li gorî hikmên bendên 1emîn û 2yemîn ên madeya 39emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk ceza berjêrî 18 salan kir.