Türkan Tosun
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
BEXDA
Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Meclisa Nuneran a Iraqê Hakim el-Zamîlî got li bajarê Kerkûkê di mehên dawîn de hin Tirkmen rastî suîkast û êrîşan tên û navê kesên ku êrîşî Tirkmenan dikin di destê rêvebiriya navend a Bexdayê de heye.
Zamilî der barê mijarê de pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
- "Bi taybetî Tirkmenan hedef digrin"
Zamilî got berê jî (beriya 16ê cotmehê) li Kerkûkê hin aliyan li hember Ereb û Tirkmenan suîkast dikirin, bi wan re nediketin têkiliyê û li hember wan bêrêzî dikirin û wiha axivî: "Piştî ku ewlehiya Kerkûk, Tuzxurmatû û herêmên din ên li ser niqaş tên kirin kete destê rêvebiriya navend, hin kesên ji vê aciz in hewl dan ku li Kerkûkê û herêmên li der û dor ewlehiyê xirab bikin, suîkastan bikin û mirovan birevînin. Bi taybetî jî li hember Tirkmenan van tiştan dikin."
Zamilî got li Kerkûkê gelek Tirkmen rastî êrîşan tên û yan jî tên revandin û wiha dewam kir: "Fermandariya Operasyonên Hevpar der barê vê de lêkolîneke berfireh da destpêkirin. Nav û agahiyên kesên ku Tirkmenan kuştine û agahiya çeteyên ewlehiya bajêr xirab dikin di destê me û fermandariyê de heye. Heta ewlehî pêk bê ev lêkolîn û operasyonên li hemberî wan wê dewam bikin."
Der barê nasnameya kesên ku li Kerkûkê hewl didin ewlehiyê xirab bikin de Zamîlî wiha got: "Piştî DEAŞê ew bi navên nû va derketin holê. Mînak Yên Xwedî Alayên Spî, Tevgera Neqşîbendî ya ku ji hêla Îzzet Duriyê Alîkarê Seddam Huseyînê Serokê Iraqê yê têkçûyî hatiye avakirin, bermayiyên Baasê. Lê gelê herêmê van qebûl nake. Tu kes naxwaze ku DEAŞ bi navekî nû derkeve holê. Kesekî ji van re hembêza xwe veke tune, lê hin saziyên îstixbaratê yên navneteweyî dixwazin ewlehiya Iraqê xirab bikin û yên cudaxaz (milisên piştgiriyê didin referanduma nemeşrû) piştgiriyê didin van."