Li Meletiyê Erkîn Yucelê ku bavê wî mêşvaniyê dike û digel hevalê wî Murat Bayar kewareyake nû ya ku bi vejena tavê germ dibe çêkirin.
Erkîn Yucelê bavê wî mêşvaniyê dike, par dema ku 30 kewar mêşên wan di şevekî de ji ber sermayê telef bûn digel hevalê xwe Murat Bayar biryar dan kewareya ku bi vejena tavê germ dibe çêbikin. Paşê jî bi vê projeyê beşdarî projeya TUBÎTAKê bûn.
Ev projeya wan di Pêşbirka 46emîn a Projeyên Lêkolînê yên Di Navbera Xwendekarên Dibistana Navîn a TUBÎTAKê de bû yekemîn.
Erkîn Yucel ji nûçegihana AAyê re daxuyand par dema ku mêşên wan ji sermayê telef bûn wan biryar dan ku vê kewarê çê bikin ku germahiya di hundirê kewanê de zêde kêm nebe û mêş telef nebin.
Yucel daxuyand ku kewareke wiha bi 250 lîreyî tê çêkirin û wiha axivî: "Mêş ji bo ku germahiya di hundirê kewarê biparêzin rojê qasî 80 gram hingiv dixwin. Heke 100 kewana me hebe û rojê 80 gram hingiv bê xwarin ev dike 8 kîlo hingiv. Bi vê kewana ku me çêkiriye ve germahî zêde kêm nabe û mêş hingivê zêde naxwin. Ev jî ji bo kesên vî karî dikin baş e."
Murat Bayar jî behsa sîstema ku çêkirine kir û got ku bi saya akûya ku bi tavê şarz dibe germahiya kewaran sabît dimîne û mêş ji ber sermayê telef nabin.
Bayar wiha axivî: "Bi saya termostatê germahiya hundirê kewarê dikare bê zêdekirin. Bi perwaneya ku di binê kewarê de hatiye bicîhkirin jî kewar dikare bê sarkirin."
- Mamosteyê şêwirmend projeya wan test kir
Mamoste Halîl Bayramê şêwirmendê xwendekaran jî ev sîstema ku ciwanan çêkiriye test kir û pejirand.
Bayram got ku ew bi xwe jî karê mêşvaniyê dike û wiha axivî: "Dema hewa ji nişkêve sar dibe hêkên mêşan kêm dibin û mêş hindik hingivê dikin. Ji sibatê vir ve em vê kewarê diceribînin û der barê wê de raporan digrin. Di vê mehê de her çiqas mêş nû şiyar bibin jî, li gor kewanên din di van kewanan de zêde hêkan dikin. Li gor min di demsala hingivê de hingivê vê kewarê li gor kewanên din wê zêdetir bibe."