Dinya

Ji bo ku xwe ji terorîstan biparêzin di depoyê da mane

Li Efrîna navçeya Helebê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji YPG/PKKa rêxistina terorî hat paqijkirin, ji ber ku terorîstan nehişt 7 malbatên ku eqrebayên hevdu ne ji navçeyê derkevin, malbatan nêzî mehekê xwe veşart û li benda rizgariyê man

19.03.2018 - Rojanekırın : 20.03.2018
Ji bo ku xwe ji terorîstan biparêzin di depoyê da mane

Kilis

AFRÎN 

Li Efrîna navçeya Helebê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji YPG/PKKa rêxistina terorî hat paqijkirin, terorîstan nehişt 7 malbatên ku eqrebayên hevdu ne ji navçeyê derkevin, loma malbat jî ji bo li heyatê bimînin xwe di depoyên bodromên avahiyan da veşartin.

Di çarçoveya operasyona ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da bi piştgiriya Artêşa Azad a Sûriyeyê da destpêkirin da Efrîn duh ji terorîstan hat safîkirin. Piştî ku navçe ji terorîstan safî bû hizûr ket nav sivîlan.

Sivîlên ku ji ber zextên YPG/PKKa rêxistina terorî revîne herêmên biewle, vedigerin navenda navçeyê. Sivîlên ku terorîstan nehiştin herin, niha birînên xwe dipêçin.

7 malbatên ku bi eslê xwe Kurd in û ji 35 kesan pêk tên, piraniya wan jin û zarok in. Piştî ku operasyonê dest pê kir, van malbatan xwest ku ji navçeyê herin, lê ji ber ku YPGê nehişt herin, xwe spartin depoyên bodrûman ên avahiyan.

Sûriyeyî dixwazin ku rojên bi kul û êş ji bîr bikin û bawer dikin ku ji vir û pê da rojên xweş li benda wan in.

Ji sivîlan Heysem Eloyê 38 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, dema ku YPG/PKKa rêxistina terorî navçe îşxal kir ji ber zext û zordariya wan meriv ji canê xwe bêzar bûbûn.

Heysem Elo diyar kir ku wan û eqrebayên xwe biryar da ku xwe bispêrin depoya bodrûma avahiyê û wiha dewam kir:

"Em pir ji wan ditirsiyan, lewra em dizanin ku ew çi dikin. Ji ber vê yekê me bi eqrebayên xwe va xwe di bodrûma avahiya xwe da li vê derê xwe veşart. Me cî, nivîn û erzaqê xwe anî vê derê, em li vê derê radibûn û rûdiniştin. Jixwe beriya ku ev operasyon dest pê bike, em pir rehet nebûn. Em nêzî mehekê li vê derê man. Nexweşê me hebû, lê me nikaribû bibin nexweşxaneyê. Zarokên me pir ditirsiyan, niha jî naxwazin derkevin. Şikir ji Xwedê ra Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê hatin, navçeya me ji terorîstan xelas kirin. Xwedê ji wan razî be.

Ranya Mihemeda 42 salî jî got ku di depoyê da rojên wan pir dirêj û diwar derbas dibûn, bi taybetî zarokên wan ditirsiyan û ew bi rojan bûn şahidê zarokan.

Ranya Mihemedê diyar kir, wan qinaet da ber dilê hev û ev pêvajo derbas kir û got ku bavê wê yê nexweş û di nav cî û nivînan da jî mecbûr ma ku bi wan ra xwe veşêre û di vê pêvajoyê da dermanê wan xelas bû û nikaribûn derman bikirin.

Ji zarokan Sena Eloya 11 salî jî diyar kir ku ew piştî demeke dûr û dirêj cara ewil îro derket derva û wê pir bîra lîstika sikakê kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.