Wezareta Dadê ya Amerîkayê der barê polêsê ku Erîc Garnerê reşik kuştibû de biryar da ku jêpirsîna federal bê destpêkirin.
Wezîrê Dadê Erîc Holder di daxuyaniya xwe de wiha got: "Wezaretê der barê Erîc Garner de jêpirsîneke 'bêalî, bihurgilî, adil û bilez' wê bide destpêkirin."
Di 17ê tîrmehê de li herêma Staten Islanda New Yorkê ji ber hinceta firotina cixareyên qaçax polês xwestibû ku Erîc Garner (43) binçav bike. Dema polês xwestibû ku wî binçav bike destê xwe xistibû qirika Garner û şidandibû. Garner bênefes mabû û miribû.
Piştî ku dadgehê biryar da polêsê ku Garner kuştiye wê neyê darizandin li welêt gelek protesto çebûn.
Li New York û Washîngtonê ji bo biryara 'polês neyê darizandin' xwepêşan çêbûn. Pêşanderên ku li New Yorkê di Qada Timesê li hev civiyan diruşme berz kirin û xwestin ku polêsê ku Garner kuştiye bê darizandin.
Dîsa li Washîngtonê bi sedan kes li ber Qesra Spî li hev civiyan û rê ji hatin û çûyînê re girtin. Pêşanderên ku diruşme berz kirin xwestin ku polêsên ku Erîc Garner û Mîcheal Brown kuştine bên darizandin.