Haydar Şahin
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
PEKÎN
Çînê bangî Amerîkayê kir ku bira dev ji pêkanînên yekalî û parêzkariya bazirganiyê berde.
Ging Şuangê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Çînê di civîna çapemeniyê ya li Pekînê da ji bo lîsteya malên Çînê yên ku Amerîkayê baca zêde bide ser got deriyê diyalog û mizakereyê her tim vekirî ye.
Ging got ji bo ku bi rêyên diyalog û mizakereyan mijarên ticarî yên di navbera herdu welatan da werin çareserkirin Çînê her tim niyeta baş nîşan da, aliyê Amerîkayê jî her tim ev firsendan da der.
Ging got dibê Amerîka peymanên di navbera herdu welatan da li gor qanûna navxweyî ya xwe nenirxîne li gor hiqûqa navneteweyî binirxîne, têkiliyên di navbera herdu aliyan da dibê bi rêzdarî û wekhevî werin tesîskirin.
Gingê Berdevk diyar kir li bendê ne ku rêveberiya Washingtonê guh bide alema karsazan û dengê gel û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku Amerîka dev ji pêkanînên yekalî û parêzkariya bazirganiyê berde û cudahiyên bazirganiyê yên di navbera xwe û Çînê da bi rêyên diyalog û mizakereyan çareser bike.
- Çarçoveya şerê bazirganiyê gihîşte 100 milyar dolarî
Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê do sektorên parastin, hewagerî û îmalatê yên Çînê xistibû hedef û lîsteya kêmzêde 1300 berhemên Çînê weşandibû. Qîmeta berhemên ku ew ê ji sedî 25 bacê bidin ser digihêje 50 milyar dolarî.
Wezareta bazirganiyê ya Çînê jî li dijî vê hemleya Amerîkayê diyar kir ku ew ê ji sedî 25 bacê bide ser 106 berhemên qîmeta wan 50 milyar dolarî digirin ên ku ji Amerîkayê tînin Çînê.