Haydar Şahin
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
BEXDA
Fatih Yildizê Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Beşa Tirkolojiyê ya Fakulteya Zimanan a Zanîngeha Bexdayê ya ku Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) tedîlata wê kiribû, vekir.
Yildiz li vê derê axivî û got, "Îro rojeke taybet e û ev demeke dirêj e em li bendê bûn. Ez dizanim ku xwendekar li bendê ne, me dixwest ku ev tedîlat beriya mezûniyetê were xilaskirin û hat xilaskirin jî."
Yildiz bangî xwendekaran kir û wiha axivî: "Iraq û Tirkiye du welatên taybet in û du gelên taybet in. Ji bo me qîmeta we zêde ye. Hûn pêşeroja têkiliyên Tirkiye û Iraqê ne. Eleqeya we ya bi Tirkî ra bi quwet e. Daxwaza me ew e ku eleqeya we hê jî zêde be. Ji bo xurtkirina têkiliyên dualî dibê hûn zehf bixebitin."
Cuneyt Esmerê Kordînatorê Bexdayê yê TÎKAyê jî diyar kir ku li 140 welatî xebatan didomînin û wiha pê da çû: "Qada me ya herî girîng a hevkariyê zanîngeh in. Me tedîlata Beşa Tirkolojiyê, binesazî û korîdorên beşê, pol û odeyên mamosteyan kir. Me 500 kursiyên xwendekaran, texte û perde temîn kirin û pirtûkxane serast kir. Armanca me bi tenê ew e ku hûn perwerdeyeke baş bibînin."
Ehlam Mihemedê Alîkarê Rektorê Zanîngeha Bexdayê ji Balyoz û TÎKAyê ra sipas kir û got, "Gelên Iraq û Tirkiyeyê xwediyê têkiliyên dîrokî, çandî û civakî ne. Têkiliyên di navbera zanîngehan da jî ew ê vê peywendiyê xurttir bikin."
Balyoz Yildiz, Nesrîn Yildiza xanima wî û beşdarvan piştî merasimê li polên ku tedîlata wan hatin kirin û pirtûkxaneyê geriyan. Xwendekarên beşê bi Yildiz û xanima wî ra wêne kişandin.