18 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku Dadgeha Iraqa Federal ji bo referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze di 25ê Îlonê da bike, biryara rawestandinê da.
Berdevkê Dadgehê Iyas Samûk di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Dadgeh bi amadebûna endaman va kom bû û li daxwazên rawestandina referanduma li herêma Kurdistanê û li herêmên din (herêmên ku nîqaş ser heye) mêze kir."
Samûk di daxuyaniya xwe da bi berdewamî wiha got:
"Piştî lêkolînê dadgehê ji bo 'referanduma ku wê di çarçoveya emrê Serokatiyê ku jimareya wê 106 e û di 8ê Hezîrana 2017an da li herêma Kurdistanê hat derxistin da' biryara rawestandinê da."
Hat destnîşankirin ku heya dozên der heqê "referandum dijî destûra bingehîn e" da encam nedin, dadgehê referanduma navborî rawestand.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna di 7ê Hezîranê ya bi partiyên siyasî ra eşkere kiribû ku wê di 25ê Îlonê da referanduma serxwebûnê ku ev demeke dirêj e tê nîqaşkirin, bikin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî jî di daxuyaniya xwe ya piştî îlana referandumê ya li ser zarê Barzanî da gotibû ku "ev yek dijî destûra bingehîn e û ewê encamê nas nekin."