02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
HESEKE/ANKARA
Li Sûriyeyê bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê alîkariya DYAyê ya ji bo PYD/PKKya rêxistina terorê dewam dike.
Bi sewqiyata do hat kirin di nav 3 hefteyan da bi tevahî 218 TIR ji endamên rêxistinê yên li bakurê Reqayê ra çûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Hesekeyê do êvarê di saet 22.00an da 70 TIRên çek û cebilxane barkirî ji baregeha esmanî ya Rumeylanê ya li Hesekeyê bi rê ketin.
TIR ber bi bakurê Reqayê va hereket kirin û hat dîtin tê da tankêrên sotemeniyê, wesaît û karavan hene.
Bi sewqiyata dawîn ji 15ê gulanê vir va di 4 caran da 218 TIR hatin sewqkirin.
Nûçegihanê AAyê ji Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) belgeyek temîn kir. Di wê da belgeyê da lîsteya çekên ku li Sûriyeyê wê bidin komên PYD/PKK jî di nav da ye, heye. Di lîsteyê da 12 hezar tivingên bi marqeya kalaşnîkof, 6 hezar tivingên bimakîne, 3 hezar û 500 tivingên bi makîne yên giran, 3 hezar RPG-7, hezar AT-4 û SPG-9 a tanqşikên a malê ûris, 235 topên hewanê, 100 tivingên nîşangiriyê, 450 dûrbînên bi tîpa PV-7 û 150 jî dûrbînên şevê hene.
Pentagonê ragihandibû ku serê hefteyê ji PYD/PKKê ra çekên sivik û amûrên eskerî şandin.