Önder Beyter
19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zerîf bertek nîşanî lîsteya mueyîdeyên dijî Îranê ku DYAyê bi hinceta "alîkariya fealiyetên navneteweyî yên ne yasayî û bernameya fuzeya balîstîk dike" ragihand, da.
Zerîf di hevpeyvîna xwe ya ligel têlevîzyona DYAyê CBSê da destnîşan kir ku mueyîdeyên nû yên ku rêveberiya Donald Trump ragihand, wê peywendiyên "ne aram" ên Îran û Amerîkayê bêtir jehrî bike.
Zerîf bal kişand ku mueyîdeyên nû, berevjoyî ruhê peymana nukleerê ne û wiha xeberda, "Emê mueyîdeyên nû binirxînin. Heger em bi ser wê yekê va werin ku ev mueyîde deqê rêkeftinê binpê dikin, emê jî li gorî wê gav bavêjin."
Zerîf di axaftina xwe da qala qedexeya vîzeyê ku Trump li hemberî 6 welatên ku Îran jî di navê da heye disepîne, kir û wiha got, "Ez li ser wê baweriyê me ku rêveberiya DYAyê divê sinyalên xwe yên dijminane yên ku ji me ra dişîne, êdî rawestîne."
Wezîrê karên derva û yê xezîneyê yên DYAyê di daxuyaniya xwe ya duhê da ragihandibûn ku wan ji ber sedema "alîkariya fealiyetên navneteweyî yên ne yasayî û bernameya fuzeya balîstîk dikin", bona 7 şexs û 11 saziyên îranî biryara mueyîdeyê wergirt.