Elif Orhan
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzeyî diyar kir ku ji ber hebûna PKKya rêxistina terorê ya li bakurê Iraqê herêm zirarê dibîne û got ku "Ji ber hebûna PKKê nikarin ku xizmetê bidin ji 300î zêdetir gundî."
Dîzeyî li Hewlêrê daxuyanî da rojnamevanan û der barê operasyona Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ya ser PKKya rêxistina terorê ya li bakurê Iraqê de wiha axivî: "Hebûna PKKê dibe sedema bêîstiqrariya herêmên derdorê. Ji ber hebûna PKKê nikarin ku xizmetê bidin ji 300î zêdetir gundî."
Berdevkê Hikûmeta Herêmê Dîzeyî anî ziman ku çalakiyên rêxistinê yên li herêmê dibe sedem ku TSK li axên Iraqê operasyonê bike û ji ber vê yekê wek hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo ku li herêmên sînor dîsa îstiqrar çêbe piştgirî didin ku demildest pevçûn xilas bibin.
Dîzeyî bi bîr xist ku li navçeya Şingalê ya girêdayî wilayeta Mûsilê duh di navbera Heşda Şabî û milîtanên YPŞya (Yekîneyên Parastina Şingalê) ya girêdayî PKKê de pevçûn derket û wiha axivî: "Em dijî her cure hêzên milîs in ku li Şingalê tevdigerin û ne mimkûn e ku em van qebûl bikin."
Îranê qismen Ava Zapê ya Biçûk birî û ji ber vê yekê li Qeladizêya navçeya Silêmaniyê pirsgirêka avê derket holê û Dîzeyî der barê vê yekê de jî daxuyanî da û nirxandina "Em dixwazin ku Îran peymanên avê yên ku bi Iraqê re kir bide pêş çav û van tetbîq bike. Em li bendê ne ku peymanên di çarçoveya qanûnên navneteweyî de jî bînin cî."