22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
WASHINGTON
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya DYAyê da, ku bi sernava "Hişyariya Geşta Ewropayê" va hat belavkirin, li seranserê Ewropayê bi taybetî jî ji ber Noel û betlaneya sersalê, welatiyên DYAyê hatin hişyarkirin ku li hemberî êrîşên terorê yên muhtemel baldar bin.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku welatiyên DYAyê divê li festîval, çalakî, bazarên servekirî, restoran, wesayîtên pevguhastina giştî, deverên tûrîstîk û perestgehan bêtir baldar bin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku ev hişyarî dê di 20ê Sibata 2017an da bidawî be.