12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ÎZMIR
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku ew bi tundî protesto dikin ku destûr nedan ku Fatma Betul Sayan Kayaya Wezîra Malbat û Polîtîkayên Sosyal têkeve Serkonsolxaneya Rotterdamê ya Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Ji mixatabên me yên hollandî ra hat gotin ku dê bi mislê wê bersiva vê bê dayîn. Li dijî Tirkiyeyê û li dijî wezîrên ku parêzbendiya wan a dîplomatîk heye ev miemeleya ku nayê qebûlkirin, hat kirin. Wê bi mislê wê bersiv bê dayîn."
Yildirim daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, Fatma Betul Sayan Kayaya Wezîra Malbat û Polîtîkayên Sosyalê ji bo agahdarkirina dengdayîna gel a 16ê nîsanê çû Almanyayê piştî xebatên li vê derê derbasî Hollandayê bû, Wezîr Kayayê dixwast ku li Hollandayê bi welatiyên li wê derê ra were bal hev, lê polêsê Hollandayê destûr neda ku Wezîr Kaya bi welatiyan ra were bal hev.
Serokwezîr Yildirim got, "Li ser vê skandaleke mezin a dîplomatîk derketiye" û wiha dewam kir:
"Me ev rewş bi tundî protesto kir, ji mixatabên me yên hollandî ra hat gotin ku heyfa vê wê pir giran were hildan. Her çend bi rêya têkiliyên dîplomatîk hewl hat dayîn ku çareseriyeke maqûl were dîtin, lê tu çareserî nehat dîtin û Wezîra me civîna xwe nekir û ji Hollandayê veqetiya. Qaşo dostên me yên ewropayî di her firsendê da qala demokrasî, azadiya fikr û ramanê, mafên mirovan dike; lê di vê mijarê da cardin têk çû.
Li dijî Tirkiyeyê û li dijî wezîrên ku parêzbendiya wan a dîplomatîk heye ev miemeleya ku nayê qebûlkirin, hat kirin. Bila miletê me yê ezîz bizanibe, heyfa vê wê bi mislî were hildan. Welatiyên me yên ku li Hollanda, Almanya, Ewropayê dijîn, ez dixwazim ku bi eqlê selîm hereket bikin, bi tehrîqan îtibar nekin. Ji bo van xafilan û kirinên wan ên faşîzan bersiva herî baş divê di 16ê nîsanê da were dayîn. Ev bûyer û bûyerên wek van wê yekîtî û pêkvetiya me xurttir bike û bibe wesîle ku em dost û dijminên xwe yên rastîn nas bikin."