20 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2020
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, di mehekê da li welêt û dervayî welêt 9 jê mezin 36 jê navînî bi tevahî 45 operasyon hatin kirin, 75 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê, Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê ji bo ewlekariya gel û welat li nava welêt û dervayî welêt, PKK/KCK/PYD-YPG û FETO di serî da û DEAŞ jî di navê da têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê bênavber didomîne.
Di vê çarçoveyê da di mehekê da li welêt û dervayî welêt 9 jê mezin 36 jê navînî bi tevahî 45 operasyon hatin kirin, 75 terorîst hatin berterefkirin.
Her wiha jê 17 endamên FETOyê 7 hezar û 233 kesên hewl didan bi dereqanûnî ji sînoran derbas bibin hatin girtin, rê li ber 34 hezar û 898 kesan jî hat girtin ku ew ji sînor derbas bibin."
Dîsa li qadên hereketan ên li Sûriyeyê di mehekê da 29 jê mensûbên DEAŞê bi tevahî 177 terorîst hatin berterefkirin.
- Têkoşîna dijî FETOyê
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku têkoşîna Wezaretê ya dijî FETOyê bibiryar didome, çiqas ji xaînan safî dibe, artêş ewqas bihêz dibe û wiha hat diyarkirin, "Ji 15ê Tîrmeha 2016an vir va 20 hezar û 699 personel hatin îxrackirin, der heqê 3 hezar û 539 personelî da jî pêvajoya îdarî dewam dike."