31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Emrîkayê David Lapan destnîşan kir ku qedexekirina laptopê ya di firînên ji Ewropayê rasterast bo Emrîkayê da "vebijêrkek e" ku xebata li ser hê jî berdewam e.
Berdevk Lapan piştî ku di der heqê mijarê da li ser malpera nûçeyan a Amerîkan Polîtîcoyê makaleyek belav bû, bersiv da pirsa peyamnerê AAyê.
Lapan bal kişand, makaleya ku tê da tê destnîşankirin, fikra qedexekirina laptopê ya di firên ji Ewropayê rasterast bo Emrîkayê da hat betalkirin, "bi temamî şaş" e û wiha xeber da, "Wezîr Kelly bal dikişîne ser mijara standin û sepandina her cure tevdîrî da ku hemû firên bazirganiyê yên bo Emrîkayê ewle bin."
Di meqaleya malpera nûçeyan Politicoyê da hatibû nivîsandin ku dev ji wê fikrê berdan ku welatên Ewropayê jî bikin nava çarçoveya qedexeyê û herwiha hatibû diyarkirin ku çarçoveya qedexeyê wê wek xwe bimîne.
Di meha adarê da ji ber sedemên ewlekariyê Emrîkayê qedexe danîbû ser cihazên elektronîk yên ku ji têlefonên mobîl mezintir in da ku di kabînên rêwiyan ên balafirên ku ji Rojhilata Navîn û Efrîqayê ji dehan zêdetir welatî bo Emrîkayê seferê dikin da neyên veguhastin.