Türkan Tosun
10 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres daxuyand li hemberî hemû operasyonên hikûmeta Efxanistanê û hêzên navneteweyî DEAŞa rêxistina terorê hê jî li Efxanistanê hêza xwe zêde dike.
Guterres di rapora Konseya Ewlehiyê ya NYyê da got ji meha tîrmehê heta serê meha îlonê li Efxanistanê 183 bûyerên eleqeya wan bi DEAŞê ra heye çêbûne, di sala 2018an da di heman heyamê da ev hejmar 93 bû, ev jî nîşan dide ku rêxistina terorê li Efxanistanê hêza xwe xurt dike.
Guterres anî ziman di navbera Amerîka û Talibanê da muzakereyên aştiyê dewam dikin, di demeke nêz de dibe ku pêvajoya aştiyê ya fermî dest pê bike, lê divê mafên gelê Efxan bên parastin û ev lihevkirineke berfirehî be.
Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres bangî Taliban û hikûmeta Efxanistanê kir ku di navbera wan da bila hevdîtineke rasterast çêbibe.
Di raporê da hat gotin di 28ê îlonê da li Efxanistanê hilbijartina serokomariyê wê bê kirin, lê Taliban û rêxistinên biçek ên din gefan dixwin, Guterres ji ber vê bangî Taliban û van rêxistinên din kir ku bila xebatkarên hilbijartinê, hilbijêran û namzedan tehdîd nekin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê muzakereyên aştiyê ên di navbera Amerîka û Talibanê da gotibû "xilas bû".
Trump gotibû piştî êrîşa li Kabulê ya ku eskerekî Amerîkî jî tê da hatibû kuştin hevdîtinên aştiyê hatine rawestandin.