10 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û Artêşa Azad a Sûriyeyê da li navçeya Mareyê ku dikeve rojavayê Til Rifatê pevçûn derket.
YPG/PKK duh bişev êrîşî Mareyê kir da ku têkevê.
Rêxistinê ji herêma Til Rifata ku îşxal kiriye va êrîş kir û li herêma Şêx Îsa û Harbîla ku dikevin başûrê rojavayê Mareyê rêxistin û Artêşa Azad bi çekên giran şer kirin. Artêşa Azad hewildana rêxistinê ya ketina navçeyê têk bir, du eskerên Artêşa Azad birîndar bûn.
YPG/PKKya ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji Efrînê hat derxistin, li başûrê rojhilata navçeyê li herêma Til Rifatê îşxala xwe didomîne. Rêxistina terorê ji vê derê timî êrîşî cihên di destê Artêşa Azad da dike.